Şirketa Petrola Iraqê: Amadekariyên hinardeya petrola Kurdistanê temam bûn

Şirketa Petrola Iraqê: Amadekariyên hinardeya petrola Kurdistanê temam bûn

PeyamaKurd- Şirketa Petrola Bakur a Iraqê ragihand ku wan hemû amadekariyên xwe ji bo destpêkirina hinardekirina petrola ji Herêma Kurdistanê temam kirine.

Rêvebirê Giştî yê Şirketa Petrola Bakur a Iraqê Emîr Xelîl ragihand, niha 21 xebatkarên wan li Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ne.”

Emîr Xelîl ji Rûdawê re gotiye: “Îro me 13 xebatkarên xwe yên din şandin Ceyhanê.
Em piştgiriya xwe ya lojîstîk a li wir zêde dikin. Hebûna xebatkarên me ya li Ceyhanê bi dan û standinên bi Tirkiyeyê re ne pêwendîdar e, me berê li ser hinardekirina petrolê li hev kiribû.”

Xelîl da zanîn ku hîn ne zelal e ka dê hinardekirina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê kengî dest pê bike.

Emîr Xelîl da zanîn ku îro civîneke nû hatibû plankirin lê hatiye taloqkirin û got: “Me hemû amadekariyên xwe kirine lê me hîn bersiveke fermî wernegirtiye.”

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye ji Iraqê dixwaze cezayê ku Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê dabû wekî deynê betalkirî hesab bike ku ev yek ji mercên Tirkiyeyê yên ji bo peymana nû ye.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.