Li Brezîlyayê Koronavîruseke nû ya bi potansiyela mirovan hat keşifkirin
 
                    PeyamaKurd –Tîmeke lêkolînerên navneteweyî ji Dewletên Yekbûyî, Japonya û welatên din, li bakurê Brezîlyayê cureyekî nû yê koronavîrusê di nav şevşevokan de keşf kirin ku ji ber taybetmendiyên xwe yên mîna SARS-CoV-2 bûye sedema fikaran di civaka zanistî de. Zanyar hişyar dikin ku ev vîrus potansiyela wê heye ku mirovan jî biêxîne.
Vîrusa ku wek "BRZ batCoV"ê hatiye binavkirin, di cureyekî şevşevokê yê bi navê "Pteronotus parnellii" de hatiye dîtin. Ev şevşevok li seranserê Amerîkaya Latîn gelemperî ye. Lêkolîn, ku encamên wê wekî pêş-çap li ser platforma BioRxiv hatine weşandin, destnîşan dike ku vîrus dikeve nav koma betakoronavîrusan, ku vîrusên wekî SARS-CoV-2 (COVID-19), SARS û MERS jî di nav de ne.
Xala herî giring a ku zanyaran xistiye nava fikaran, hebûna "cihê parçebûna furînê" (furin cleavage site) di vê vîrusa nû de ye. Ev taybetmendî ji vîrusê re dibe alîkar ku bi hêsanî bikeve nav şaneyên mirovan û wan vegire. Balkêş e ku ev herêm di vîrusa nû de tenê bi yek asîda amînî ji ya SARS-CoV-2 cuda ye, ev yek jî potansiyela wê ya ji bo derbasbûna ji heywanan bo mirovan (zoonotîk) zêde dike.
Heya niha, vîrus tenê di şevşevokekê de hatiye tespîtkirin, lê lêkolîner di wê baweriyê de ne ku dibe ku şevşevokên din ên heman cureyî jî hilgir bin. Heta niha tu rapor derbarê vegirtina mirovan bi vê vîrusê nehatiye tomar kirin, lê zanyar dibêjin ku ev yek metirsiyê ji holê ranake.
Di lêkolînê de wiha tê gotin: "Ev vedîtin careke din nîşan dide ku şevşevok dikarin ji bo koronavîrusên nû yên ku potansiyela vegirtina mirovan heye, bibin depoyek xwezayî."
Ev cara yekem e ku betakoronavîrusek bi vî rengî potansiyel li Amerîkaya Başûr tê dîtin, û ev yek nexşeya xetereyê ya global berfirehtir dike.Zanyar tekez dikin ku ji bo fêmkirina kapasîteya belavbûn û mutasyonê ya "BRZ batCoV" pêwîstî bi berhevkirin û lêkolînkirina bêtir nimûneyan heye.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin. 
						
					 
						
					 
						
					 
						
					 
						
					