Rejîma Îranê zarokên 2 girtiyên jin ên ji Bakurê Kurdistanê ji wan stendin

Rejîma Îranê zarokên 2 girtiyên jin ên ji Bakurê Kurdistanê ji wan stendin

PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Mafên Mirovan a Hengawê, roja Çarşemê, zarokên 2 hevjînên girtî yên Kurd ji Bakurê Kurdistanê, ku li girtîgehên Îranê ne, ji dayikên xwe hatin veqetandin û radestî malbatên wan ên li Bakurê Kurdistanê hatin kirin.

Rojda Seydûn û Safiye Torsû, û hevjînên wan Fesîh Karataş û Mazlûm Arlî, li girtîgehên Qerçekê ya Weramînê û Evînê ya Tehranê girtî ne. Hate ragihandin ku berpirsên her du girtîgehan, zarokên wan ên 3 salî ji dayikên wan stendine.

Hengawê diyar kir ku ev 4 Kurdistaniyên  ku berê li Herêma Kurdistanê wek penaberên siyasî diman, di 24ê Tîrmeha 2024an de dema ku dixwestin derbasî Ermenistanê bibin, li bajarê Tewrêzê hatine girtin. Piştî girtinê, ew birin navenda binçavkirinê ya Îtlaata ya li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê û paşê jî neqlî girtîgeha Sineyê hatin kirin. Herî dawî di 26ê Çileya 2025an de, ew sewqî girtîgeha Evînê ya Tehranê hatine kirin.

Di Gulana 2025an de, Şaxê 15emîn ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ya bi serokatiya "Dadwer Selewatî", her 4  kes bi tohmeta "endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)" darizandiye. Dadgehê ji bo her yekî 5 sal, bi giştî 20 sal cezayê girtîgehê li wan birriye.

Piştî biryara dadgehê, her du jinên girtî û zarokên wan neqlî girtîgeha Qerçekê hatin kirin, ku wek yek ji girtîgehên bi şert û mercên dijwar ji bo jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê naskirin.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.