Stratejiya Îsraîlê ya ku dixwaze li Sûriyê serwer bibe çi ye?

PeyamaKurd - Wisa xuya dike ku çawaniya têşegirtina Sûriyeya piştî rejîma Beşar Esed wê ji bo "aştiya" hemû Rojhilata Navîn bibe mifteyek. Ji ber vê sedemê, encama "Şerê Serwerbûnê" li ser Sûriyeyê yek ji mijarên ku herî zêde tê nîqaşkirin e.
**
Îsraîl bi awayekî çalak hewlên leşkerî-siyasî-dîplomatîk nîşan dide ku ewlehiya xwe dipêşîne. Tirkiye jî li hemberî rola xwe ya xerabker di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de dixwaze ji kekê para xwe bistîne. Îran jî li aliyê din heta niha berdewam dike ku ber bi qewzeya xwe ve bikişe. Ha di nava atmosfereke wiha de vebijarkên desthilata HTŞ ya li Şamê kêm dibin.
Mecid Kayalî, ji kovara Al Majalla ya navendê li Londonê ye, analîzek li ser vebijarkên muhtemel ên Sûriyeyê li hemberî Îsraîlê nivîsiye.
"Di bin mercên heyî de Îsraîl, piştî ku hêz û pozîsyona Hemas û Hizbullahê qels dike, piştî ku rejîma Sûriyeyê hildiweşe û piştî ku bandora Îranê li ser welatên Erebî yên Maşriqê (Levant) bi dawî dike an jî sînordar dike, hewl dide ku rastiyeke nû ya stratejîk a siyasî û ewlehiyê li herêmê ferz bike.
Heta ku ji encamên ku Tofana Aksa derxistiye holê sûdê werdigire, di nav de piştgiriya bêsînor a Amerîkayê jî, ji bo avakirina cûreyekî rejîmên şikestî li vê herêmê, mudaxeleyê jî dike.
Îsraîl dixwaze bibêje ez xwedî gotin im li herêmê
Li asta siyasî, Îsraîl hewl dide ku ne tenê li hemberî sîstema Erebî ya lawaz û belav, lê herwiha li hemberî du welatên din ên herêmî, yanî Tirkiye û Îran, xwe weke dewleteke herêmî ya xurtir an jî dewleteke serdest ferz bike.
Eger pirsgirêka Îsraîlê bi Tirkiyeyê re têkildarî kêmkirina giraniya siyasî, aborî û leşkerî ya Tirkiyeyê li Sûriyeya nû be, pirsgirêka wê bi Îranê re, ji israrkirina wê ya ji bo têkbirina bernameya nukleer û mûşekên Îranê û hapizkirina wê di nav sînorên xwe de çavkanî digire.
Ji aliyê ewlehiyê ve, Îsraîl ne tenê dixwaze qezenckirina prestîja artêşa xwe ya ji nû ve pêk bîne an jî bi şerên pêşgirî, rê li ber derketina hêzeke leşkerî ya li derdora xwe ya nêzîk bigire.
Di heman demê de, li Sûriye û Lubnanê jî, hewl dide ku qadeke jiyane ji xwe re çêke. Bi herêmên tampon ên ku li Xeze û Rojava yê Çemê Urdunê werin avakirin re, ev qad li Sûriyeyê parêzgehên Dera, Kuneytra û Suveyda, li Lubnanê jî, herêma heta bi sînorên Çemê Ewwelî yê li bakurê Çemê Lîtanî ye, bi kûrahiya 60 kîlometreyan ve. Êrîşên leşkerî yên ku ji demê demê ve li ser du welatên navhatî dike jî, ev e sedema wan. Bi van êrîşan, sanki dawiya vebijarka leşkerî ya di pevçûnê de hem li asta dewletê û hem jî li asta hêzên mîlîs amade dike.
Îsraîl, li ser stratejiya mezhebî jî veberhênanê dike
Lê belê, Îsraîl, wek ku ji israrkirina hikûmeta wê ya radîkal a li ser daxwaza berdewamkirina şer, çekkirin an jî sînordarkirina çekên Sûriye, Lubnan, Xeze û Rojava Çemê Urdunê tê fêmkirin, di heman demê de bi rêya veberhênan li ser cudahiyên mezhebî yên li Sûriye û Lubnanê, dixwaze ji mercên Erebî, herêmî û navneteweyî yên heyî sûdê werbigire ji bo guhertina avahiya rejîmên cîran.
Bi vî awayî hewl dide ku taybetmendiya xwe ya dewleta mezhebî/Cihû bigiştigîne. Lewra eger welatên Maşriq ên Erebî jî wek wê bin, ev ê wê ji rewşa wê ya awarte ya li herêma Erebî wek dewleteke Cihû rizgar bike. Dibe ku wateyê pesindana wê ya li ser parastina kêmaran jî ev be.
Eşkere ye ku niha Îsraîl bêtir bala xwe dide ser Sûriyeyê
Eşkere ye ku di vê qonaxê de, ji ber girîngiya wê ya jeopolîtîk a di hemû dîrokê de, Îsraîl bêtir ji welatên din balê dikişîne ser Sûriyeyê. Ji ber ku ew ji qonaxeke zehmet derbas dibe û li her astê barê mîrateya giran a ku rejîma Esad li pey xwe hiştiye, hildigire. Yanî ev dem, demeke herî guncan e ji bo ku Îsraîl Sûriyeyê weke dewlet û gel qels bike û di pêşerojê de jî şiyana bidestxistina hêza siyasî, aborî û civakî sînordar bike.
Bi kêrî me tê ku destnîşan bikin ku Îsraîl mudaxele û êrîşên xwe yên li dijî Sûriyeyê;
Di serî de bi tirsa zêdebûna bandora terorîst û cîhadî ve diveşêre.
Sedema wê ya duyemîn, astengkirina zêdebûna nufûza Tirkiyeyê ye ku dibêje ew dijminantiyê li hemberî Îsraîlê dike, wisa dibîne ku sanki di vê mijarê de dê cihê Îranê bigire.
Ya sêyemîn, nedana îşaretên teqez ên ji aliyê rejîma nû ya Sûriyeyê ve ye ku dikare Îsraîlê rehet bike ku ew ê li dijî Îsraîlê şer neke.
Ya çaremîn, kişandina Sûriyeyê ber bi pêla asayîbûnê ya bi Îsraîlê re ye li gor hevkêşeyên nû û pêşketinên li herêmê.
Pirsgirêka Sûriyeyê li hemberî van kemîn û mudaxeleyên Îsraîlê, westiyayî û bêtaqet bûna wê û hebûna faktorên ku wê ber bi parçebûnê ve dibin in. Tunebûn an jî qelsiya hêzên herêmî ye ku li hemberî Îsraîlê di têkoşîna hegemonya de ne.
Îran êdî tenê bi mayîna xwe re mijûl e
Îran, piştî tiştên ku hatine serê hemû hêzên wê yên mîlîs, êdî tenê bi mayîna xwe re mijûl e. Weke ku di bin zexta siyasî û aborî de ye, herwiha di bin tehdîda êrîşeke muhtemel de ye ku dê pişta bernameyên wê yên nukleer û mûşekan bişkîne.
Eleqeya Tirkiyeyê ya bi Sûriyeyê re bi astengkirina avahiya Kurdî ve sînorkirî ye...
Derbarê Tirkiyeyê de, tevî ku ew serokatiya Sûriyeyê hemêz dike an jî piştgiriyê didiyê, ne mimkun e ku gelek tiştan li dijî siyasetên Îsraîlê yên ku DYA piştgiriyê dide bike.
Tirkiye, endameke girîng a NATOyê ye û eleqeya wê ya bi Sûriyeyê re bi piranî sînorkirî ye bi astengkirina damezrandina avahiyeke serbixwe ya Kurdî re li kêleka wê. Çi dibe bila gotinên wê bin jî, rola xwe ya li Sûriyeyê bi hêza nerm, îmkanên aborî, binesazî û heta bi perwerdehiya hêzên ewlehiyê ve sînordar dike.
Li hemberî vê rewşê vebijarkên Sûriyeyê sînorkirî û teng xuya dikin; di nava rastiya Sûriyeyeke westiyayî, bitaqet û parçekirî de, ku bi lez hewcedarê vejîna siyasî, aborî û civakî ye, pêşniyarkirina vebijarka leşkerî bêperwa ye.
Piştî têkçûna kapasîte û binesaziya artêşa Sûriyeyê û piştî ku derket holê ku destê dirêj ê Îsraîlê dikare heta bi Îranê dirêj bibe li hemû Rojhilata Navîn, hêz û kapasîteya wê ya şer jî tune ye.
Du rêyên herî ewle ji bo Sûriyeyê...
Ji ber vê yekê, vebijarka mumkun û herî ewle ji bo Sûriyeyê, xurtkirina wê ye ji du aliyan ve:
Ya yekem, avakirina dewletê ye weke sazî û dewleta hiqûqê,
Ya duyemîn jî avakirina civakekê ye li ser bingeha welatîbûnê da ku Sûriyeyî bi her awayî bibin gel.
Tiştê ku em qest dikin, ew e ku tenê bi redkirina cudahiya cografîk li Sûriyeyê û berê xwe dana dewleteke navendî, ne mumkun e an jî ne bes e. Ji ber ku dewleteke wisa ne nîşaneya hêzê ye ne jî nîşaneya yekîtiyê ye, ya girîng yekîtiya gel e. Ev jî tenê dê bi avabûna dewleteke ku ji welatiyên azad û wekhev pêk tê, ji cudahiyên etnîkî, mezhebî û siyasî dûr, bê cih.
Ev e çeka herî bibandor a li dijî Îsraîlê jî, ku ji dema avabûna dewleta Îsraîlê ve hatiye îhmalkirin an jî tepisandin.
Aliyê duyemîn, pêwîstî bi xurtkirina têkiliyên Sûriyeyê yên bi navneteweyî, herêmî û cîhana Erebî re, bersivdayîna cîhanê û rastiyê û lihevkirina bi wan re heye. Ji ber ku lihevkirineke wisa dê argumanên ku Îsraîl pêşniyaz dike ji destê wê derxe.
Li vir em qest dikin ku Sûriye niha di pêvajoyeke veguhêz de ye û pêşeroja Sûriyeyê û gelê wê, dê bi derbasbûna vê pêvajoyê ya li ser bingehên saxlem û rast diyar bibe.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




