Îsraîl: Ez wan kesên ku dijayetiya me dikin hişyar dikim, hûn ê bedelên giran bidin

 Îsraîl: Ez wan kesên ku dijayetiya me dikin hişyar dikim, hûn ê bedelên giran bidin

PeyamaKurd – Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr piştî êrîşên li dijî Îranê daxuyanî da û got, "Ez kesên ku dijayetiya me dikin hişyar dikim, hûn ê bedelên giran bidin."

Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Zamîr di daxuyaniyekê de diyar kir ku demek dirêj e amadekariyên êrîşeke li ser Îranê hene.

Zamîr diyar kir ku ew bi êrîşên xwe gihîştine "xala vegerê" û îdia kir ku ji bilî êrişkirina ser Îranê ti çareyek wan tune bû.

Zamîr got, "Ez wan kesên ku dijayetiya me dikin hişyar dikim, hûn ê bedelên giran bidin."

Zamîr diyar kir ku Îran wê êrîşî wan bike û got, "bedelê ku tê çaverêkirin wê ji ya asayî cuda be."

 
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.