Fransa: Me di navbera HSD û Tirkiyeyê de navbeynkarî kir

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot diyar kir ku welatê wî di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Tirkiyeyê de wekî navbeynkar tevdigere û got, "Em bi Mazlûm Ebdî re di têkiliyê de ne."
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), daxuyaniyên Barrot di nameya fermî ya ku Senator Pascal Savodelli di bersiva banga Fransayê ya ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nivîsandiye de cih girtine.
Barrot di nameya xwe de hevpeymaniya Fransayê bi HSDê re di şerê li dijî terorê de wekî "hevkariyeke dîrokî" bi nav kir û tekez kir ku Fransa berdewam dike di parastina ewlehî û mafên gelê Kurd li Rojava de.
Wezîrê Derve yê Fransayê diyar kir ku bi hilweşandina rejîma Esed re li welêt serdemeke siyasî ya nû dest pê kiriye û got ku di vê serdema nû de divê nasnameya gelê Kurd were naskirin, mafên wan ên çandî werin misogerkirin û ew wekî welatiyên wekhev di ji nû ve avakirina civaka Sûriyeyê de beşdar bibin.
Barrot destnîşan kir ku ev nêrîn ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve jî hatine piştgirîkirin û ev helwest di hevdîtina bi Ehmed Şara re li Parîsê di 7ê Gulanê de careke din hatiye piştrastkirin.
Wezîrê Fransî Barrot girîngiya peymana di navbera HSD û rêveberiya nû ya Sûriyeyê de ku di 10ê Adarê de pêk hat, destnîşan kir û ew wekî "gaveke girîng" ber bi yekbûna Sûriyeyê û entegrekirina Kurdan ve bi nav kir.
Barrot bi bîr xist ku wî di 24ê Nîsanê de li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re hevdîtin kiriye û diyar kir ku ew bi rêkûpêk bi Ebdî re di têkiliyê de ne.
Barrot got ku Fransa ne tenê bi HSDê re, lê di heman demê de bi rayedarên Tirkiyeyê re jî di têkiliyê de ye û got ku Fransa hewl dide ku di navbera Tirkiye û Kurdên Sûriyeyê de navbeynkariyê bike da ku rageşiyê kêm bike.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




