PeyamaKurd- Pirtûka bi navê ‘Jiyanameya Kurdînivîsên Rojavayê Kurdistanê’ ya ji aliyê nivîskar Dilawerê Zengî ve hatiye amadekirin, li Parîs a Fransayê hate çapkirin.
Di pirtûka ku bi cûreya Antolojî hatiye amadekirin de, navên 245 nivîskar, helbestvan, çîroknivîs, romannivîs, zimanzan, lêkolîner, wergervan û zargotinasên Rojavayê Kurdistanê cî digrin.

Di pirtûkê de nivîskarên Kurd bi rêza alfebeya Kurdî, tevî navnîşanên berhemên wan bi zaravayê Kurdîya Kurmancî hatine nasandin.
Pirtûk ji aliyê Dr. Phil. Ebdilmecît Şêxo ve hatiye pêşkeşkirin û pêşgotina wê jî Dr. Memo Abdî nivîsandiye.
Li ser berga dawiya pirtûkê tê gotin, “Divê em pir ji nivîkarê navdar re sipasdar bin ku ewî gelek dem ji bo pêkanîna vê berhema nirxbuha terxandiye û peywendiyên cuda, cuda li hundirê welêt û li derveyî welêt kirine û samanek dewlemend pêşkêşî pirtûkxana Kurdî kiriye.”
Naveroka pirtûkê
Pirtûka Jinameya Kurdînivîsên Rojavayê Kurdistanê ji 541 rûpelan pêk tê. Li ser jiyan û berhemên 245 nivîskarên Rojavayê kurdistanê ye ku bi taybetî li ser wan nivîskarên bi zimanê kurdî-kurmancî nivîsandine. Nivîskarên ji serdema malbata Bedirxaniyan ango ji sala 1932yan heta dema di pirtûkê de tevî berhemên wan hatine nasandin.
Muhemed Mela