Medya Amerîkî: Ukraynayê plana 20 xalan a astiyê pêskesî Washingtonê kir

Dîroka Weşanê :
Medya Amerîkî: Ukraynayê plana 20 xalan a astiyê pêskesî Washingtonê kir

PeyamaKurd- Medyaya Amerîkî bi zarê rayedarekî Ukraynayî yê navê xwe eşkere nekiriye û danûstandinên aştîyê ji nêz ve dişopîne ragihand ku Ukraynayê plana xwe ya aştîyê ya 20 xalan radestî alîyê Amerîkî kiriye.

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî, piştî hevdîtina xwe ya 8ê Mijdarê bi rêberên koma welatên G3 yên wekî Brîtanya, Fransa û Almanyayê re li Londonê li ser plana aştiyê ya Ukrayna-Ewropayê gotibû, "Ez difikirim ku plan dê sibê êvarê amade bibe. Em ê careke din binirxînin û bişînin Washingtonê."

Di nûçeyê de hatiye gotin ku plana aştiyê ya ku hatiye nirxandin "hin ramanên nû" di derbarê ax û kontrolkirina Santrala Enerjîya Nukleerî ya Zaporijyayê de vedihewîne.

Rayedarê Ukraynayî gotiye: "Ev ne guhertoyek nû ya plana aştiyê ye, 20 xal bingeh in. Tenê ji nû ve hatiye nirxandin. Niha 3 belge hene; 20 xalên bingehîn, belgeya derbarê garantiyên ewlehiyê û belgeya derbarê aborî û ji nû ve avakirinê de. Me doh aborî û îro jî mijara garantiyan nîqaş kir."

Hêjayî gotinê ye, biryar e tîmên muzakereyê yên Ukrayna û DYA îro derbarê plana aştiyê de civîneke online ya şêwrê li dar bixin.