Senfoniya Xarpêtê li Azerbeycanê konser da

Dîroka Weşanê :
Senfoniya Xarpêtê li Azerbeycanê konser da

PeyamaKurd – Senfoniya Xarpêtê li Azerbeycanê li bajarê Bakuyê konser da. Konser bi organîzasyona Weqfa Çand û Danasîna Elazığê (Xarpêt) ya Ankara hat dayîn û muzîkhez hatin cem hev.

Orkestra ji aliyê Bujor Hoinic û Mustafa Mehmandarov de hat îdarekirin û Hoinic bi helbesta “Senfonik ya Xarpêtê”, bi kilamên "İsfahan", "Huseynik'ten şehir yoluna", "Yemen Türküsü", "Yüksek minarede kandiller yanar", "Divan ve Halay", "Oy akşamlar", "Pencereden taş geldi", "Çayda Çıra", "Sarı Gelin" ku piraniya wan kilamên Kurdîne lê bi Tirkî jî hatine gotin û wergerandine zimanê Tirkî dewam kir.