PeyamaKurd – Dezgeyên têkoşîna bi gendeliyê re an ku bi ruşwetê re bo rayedarên di asta bilind de, li mala şêwrimendê Zelenskiy li mala şêwrimend û serokerkanê dewletê Andriy Yermak de bi biryara dadgehê lêgerîn kirin.
Dezgeyên pêşhatî yên dewletê NABU û SAP ragihandin ku operasyon bo lêpirsînekî li ser gendeliyê ye û perçeyekî jê ye.
Andriy Yermak gelek nêzî Zelenskiye û hem di muzakereyan de serokê komita muzakereya ye. Ev lêgerîna di daîra Yermak de tê vateya ku di asta bilind de bertîl û ruşwet digerin.
Yermak, di ser hesabe xwe yê medya civakî de ragihand ku li gor ûsûlê kar hatiye kirin, ew bi lêgerîneran re di nav hevkariyê de ye û parêzer tevlî pêvajoyê dibin.
Di lêpirsîna ku dezgeyên NABU û SAP yên Ûkraynayê dikin, di sektora enerjiyê de bi miqdarê 100 milyon dolarî gendelî digere û tora wê tesbît kirine.
Hewlên di seha enerjiyê de, di şîrketên dewletê de dan û sitendina ruşwetê dertên ortê û di kabîna Zelenskiy de 2 wezîr ji ser kar hatin girtin. Hat gotin ku ortaxê îş yê Zelenskiy yê berê yê bi navê Timur Mindich terka welat kiriye.
Li ser mezinbûna gendeliyê Yekîtiya Ewrûpayê hişyariya tund da Kievê. Komserê edaletê yê YEyê Michael McGrath, di Politico de hevpeyvînê kir û got ku di rêya endamtiya YE de, divê Kiev kesên ketine nav gendeliyê û bertîlan divê wan darizînin. Eger ev nebin, nabe ku Ûkrayna bibe endamê YEyê.