5 sal cezayê zîndanê dan Kurdê bi navê Fardîn Molûdî

Dîroka Weşanê :
5 sal cezayê zîndanê dan Kurdê bi navê Fardîn Molûdî

PeyamaKurd – Piştî şerê navbera Îran û Îsraîlê yê 12 rojan, Kurdê bi navê Fardîn Molûdî (36) yê ji bajarê Sinê bi gelek Kurdan re hatibû girtin. Niha darazê Îranê 5 sal cezayê zîndanê dayê.

Li gor ragihandina Hengawê; cezayê Molûdî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Senendajê (Sine) de ji aliyê beşa 1em de, ya di bin serokatiya dadger Mustafa Ezîzî de hat dayîn. Sedem jî nîşan dan ku “li dijî asayîşa netewî civiyane û hevkariyê kirine”

Molûdî 5 mehe ku di zîndanê de ye û nexweşe.