Wezareta Perwerdehiyê dê ji bo Kurdên diyasporayê kûrsên nû yên Kurdî veke

Dîroka Weşanê :
Wezareta Perwerdehiyê dê ji bo Kurdên diyasporayê kûrsên nû yên Kurdî veke

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (08.12.2025) ragihand ku ew ê bi hemahengiya Konfederasyona Revenda (diyaspora) Kurdistanî re, kûrssên fêrbûna zimanê Kurdî bidin destpêkirin.

Li gorî daxuyaniyê, ev perwerde dê li Komeleya Perwerdehiyê ya Barzaniyê Nemir bi rê ve biçe. Ders dê ji bo Kurdên li derveyî welêt bin û bi zaravayên Soranî û Kurmancî û bi rênivîsa Latînî bên dayîn.

2500 xwendekarên nû dê beşdar bibin

Wezaretê da zanîn ku heta niha 1000 zarok û ciwanên li derveyî welêt bi riya kûrsên wê fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bûne. Her wiha hate aşkerekirin ku ji bo vê kûrsa nû ya ku dê bi awayê serhêl (onlayn) were pêşkêşkirin, 2 hezar û 500 beşdarên nû amade ne.