Di navbera Iraqê û Tirkiyê de, bo vîzeyê dewreyekî nûh destpêdike

Dîroka Weşanê :
Di navbera Iraqê û Tirkiyê de, bo vîzeyê dewreyekî nûh destpêdike

PeyamaKurd – Iraqê sîstemekî nûh xist xizmetê û ew karsazên ku ji Tirkiyê herin Iraqê, bo wan sîstemekî dîjîtalîze da nasîn û kesên seredana vîza Iraqê bikin, wê di nav 24 seetan de encama vîzê bidin wan. Sîstem li Ankara hatiye danasîn.

Balyozê Iraqê yê Ankara li balyozxanê merasimekî çêkir û sîstemê bi raya giştî da danasîn. Balyozê Iraqê yê Ankara Macid Abdulreda Hassan Al-Lachmawi ragihand ku sîstem bi hevkariya wezareta karên derve ya Iraqê û wezareta karên naxwe hatiye amadekirin.

Rêvebirê giştî yê nûfûs û Pasaportê yê komara Iraqê Naşat Alkhafaji ragihand ku vîza çûna Iraqê bi temamî bûye dîjîtal wê vê hefteyê li Ankara û hefta bê wê li Îstenbolê dest bi karê vîzê ya dîjîtal bikin.

Kesên vîza Iraqê bistînin wê karibin li Iraqê wextê vîza xwe dirêj bikin.