Çapemeniya DYAyê ragihand ku li peravên Venezuelayê dest daniye ser tankêra petrolê

Dîroka Weşanê :
Çapemeniya DYAyê ragihand ku li peravên Venezuelayê dest daniye ser tankêra petrolê

PeyamaKurd – Çapemeniya DYAyê ragihand ku li peravên Venezuelayê Amerîka dest daniye ser tankêra petrolê lê rayedar navê tankêrê û sedema destdanîna ser tankêrê ranegihandin.

Li go ragihandina çapemeniya DYAyê; rayedarekî DYAyê mijarê ragihandiye û nexwestiye navê wî bê dayîn ku hêzên ewlehiya peravên DYAyê dest danîne ser tankêrekî.

DYA heya niha li ser rûdanê bi fermî agahiyekî ranegihandiye.