Îran îtîrafê kir ku di serê 12 rojan de balafirên F-35an nexistine

Dîroka Weşanê :
Îran îtîrafê kir ku di serê 12 rojan de balafirên F-35an nexistine

PeyamaKurd – Televîzyona dewletê ya Îranê IRIB li ser şerê 12 rojan yê navbera Îran û Îsraîlê de şiroveyan kir û di mijara lêdana balafirên F-35an de agahiyan da. Di meha Hezîrana borî de temamê dinyayê çavên xwe dabûn ser şerê Îran û Îsraîlê yê 12 rojan.

Rêvebira giştî ya TV ya IRIB a Îranê Peyman Çelebi ragihand ku di şerê 12 rojan de, di xeberên televîzyonê de ku dihat gotin, balafirên F-35an xistine, xistina balafirên şer yên F-35an rast nîne.

Cebeli, li Tehranê di roja xwendevanan de agahiyê da û got ku ji çavkaniyên leşkerî çi agahî çûne TVyê, ew agahiyan weşandine û paşî derketiye ortê ku ew agahî şaş in.

Cebelî ragihand ku di wê çaxê de derfetên wan nîn bûn ku agahiyan piştrast bikin û got:

“Wê wextê hereketa nûçeyan di destê dezgeyên din de bûn û şansê me nînbû ku em agahiyan piştrast bikin. Ev xeta zerarê daye baweriya bi TV yê, xebera şaş rexneyên ser medya Îranê zêde kir û ji niha û pê de em ê pêvajoya pişrastkirina xeberan xwurt bikin.”

Dema Îsraîlê li Îranê xist, di serî de weşanên Îranê yên weka tv û radyoyan kir armanc.