Cenazeyê ku li Sêwasê di bin hilwesîna madenê de asê mabû hat dîtin

Dîroka Weşanê :
Cenazeyê ku li Sêwasê di bin hilwesîna madenê de asê mabû hat dîtin

PeyamaKurd – Cenazeyê rêveberê şantiyeyê yê ku li navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê di bin hilweşîna madenê de asê mabû, piştî 28 rojan ji cihê bûyerê hat dîtin.

Piştî ku ax û kevirên li herêmê bi alîkariya makîneyên înşaetê bo cihekî din hatin veguhastin, cenaze hat dîtin. Piştre cenaze ji aliyê tîmên AFAD û cendirmeyan ve ji cihê bûyerê hat derxistin.

Hat hînbûn ku cenaze dê piştî muayeneya dozgerê giştî ji bo otopsiyê bibin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dîvrîgî Sadîk Ozgur.

Sabrî Yildirim, rêveberê şantiyeyê yê madenê, di 17ê Mijdarê de hewlên kêmkirina rîska hiweşîna madenê li madenê li gundê Çaltî dişopand, dema ku ew li herêma heza madenê ket û xwarê, di bin komê axê yê hilweşiyayî de asê ma.