Ûkrayna li kestiya noqavê ya Rûsyayê xist

Dîroka Weşanê :
Ûkrayna li kestiya noqavê ya Rûsyayê xist

PeyamaKurd – Dezgeya Ewlehiya Ûkraynayê (SBU) ragihand ku di lîmana Novorossiyskê de li keştiya Rûsyayê ya ku dikeve sinifa Varshavyankayê bi dronê lê xistiye, zerara mezin dayê û û kiriye ku nema dixebite.

SBU, ragihand ku bi drona Sub Sea Baby (SİDA)yê li keştiya noqavê ya Rûsya xistiye. SBU, her weha got ku di keştiyê de 4 fuzeyên seyrê yên Kalibry hebûne ku pê li axa Ûkraynayê bixe. SBU di daxwuyaniya xwe de weha got:

“Bihayê keştiyekî noqavê yê sinifa Varshavyanka 400 milyon dolare. Eger em bazara dinyayê bidin ber çav, niha ew keştî bi 500 milyon dolarî tê hilberîn. Keştî, bi gewda xwe dengan dimisîne û ji ber sonarê zû bi zû nayê tesbîtkirin.”