Qral Abdûllah û Narendra Modi hevdîtinekî pêkanîn

Dîroka Weşanê :
Qral Abdûllah û Narendra Modi hevdîtinekî pêkanîn

PeyamaKurd – Qralê Urdinê Abdullahê 2em li Ammanê bi serokwezîrê Hindistanê bi Narendra Modi re civiya. Di civînê de behsa xwurtkirina pêwendiyên dualî kirine her weha behsa mijarên bazirganî, avahiyên binyatî û îstîqrara herêmê kirine.

Dîwana qraliyeta Urdinê ragihand ku Modi seredana Qral Abdullah kiriye û li payîtext Ammanê li koşka Heuseyniye hatine cem hev.

Qral Abdullah ragihandiye ku 75 sale hevkariyekî xwurt di navbera her du welatan de heye û behsa girîngiya peyman û prokolên hatine îmzakirin kiriye. Abdullah behsa foruma ku roja Sêşemê bê lidarxistin kiriye û forumê weka derfetên firehkirina hevkariyê, veberhênan û mijarên heyatî binav kiriye.

Modi gotiye ku seredana wî dê têkiliyan kûrtir bike û di seha bazirganiyê, avahiyên bingehîn, teknolojiya dîjîtal û gubrê de hevariyê dê xwurt bikin.

Di navbera her dû welatan de 2 peymanên li hevkirinê îmza kirine ku ew enerjiya tê nûhkirin û çavkaniyên avê ne.

Modi piştî Urdinê, wê seredana welatên Etiyopya û Ummanê bike.