PeyamaKurd – Li bajarê Mersinê li navça Tarsusê ajotvanê kamyonê yê bi navê Salih Taş çaxa bi kamyona xwe bi paşde dihat bi şaşî li birayê xwe yê bi navê Sabri Taş qelibî û ew perçixand. Sabri Taş (22) li ciyê bûyerê can da.
Dema tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê dîotin ku Sabri Taş can daye. Cenaze birin morgê bo otopsiyê lê lêpirsîna Salih Taş li qereqola cendirmeyan dewam dike.