Ahmed Sara: Îsraîl bi xeyaletan re ser dike

Dîroka Weşanê :
Ahmed Sara: Îsraîl bi xeyaletan re ser dike

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Ahmed Şara di Foruma Dohayê ya 23em de axifî û Îsraîlê bi îxraca krîzê sûcdar kir û bertekê nîşanî êrîşên ser Sûriyê da. Şara got ku divê Îsraîl dagere ser sînorê 1974an.

Şara di Forumê de behsa avakirina Sûriyê ya ji nûh de, bo îstîqrarê li Sûriyê peyda bikin û behsa êrîşên Îsraîlê yên ser Sûriyê kir û got:

“Îsraîl endîşeyên di derbarê ewlehiya xwe de bikartîne û rewa nîşan dide. Îsraîl bûye ku bi xeyaletan re şer dike.”

Şara got ku heya niha ji hezarî zêdetir êrîş çûne ser Sûriyê, Sûriye bo hilbijartinên parlementoyê amade nîne, divê dezge bên xwurtkirin û weha dewam kir:
“Sûriye ne eşîre. Sûriye xwediyê fikrên dewlemende. Lê niha em amade nînin ku hilbijartina parlementoyê bikin lê mafê milletêye ku serpereştê xwe bibjêre. Bo rayedar karibin welat rast bi rêve bibin, divê erêkirina piraniyê hebe.

Di mijara dorpêçan de me heya niha %95ê givaşan ji ser Sûriyê rakiriye.”

Di mijara veberhênanên Qatar û Saûdî Erebistanê de Şara got:

“Berê xelkê me dikaribû rojê 1,5 seet elektrîkê bikarbîne lê niha ev 12-14 seete. Hêviya me ku em îsal karibin di temamê rojê de bibin xwediyê elektrîkê.”