PeyamaKurd – Li bajarê Samsunê li Derya reş li navça İlkadımê li taxa Fatihê, di encama pevçûnê de zirbav Hüseyin K. bi kêrê li kurê jina xwe yê bi navê Adem Tuluk xist û ew birîndar kir.
Adem Tuluk birîndar birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da. Hêzên asayîşê Hüseyin K. xist binçav. Kurê wî Beytullah K. ji ber bavê xwe û kêra ku pê li Adem Tuluk xistiye veşart, ew jî xistin binçav.
Hüseyin K. (55) di çaxa munaqeşa di nav malbatê de li Adem Tuluk (41) xist û bi 3 ciyan ew birîndar kir. Adem Tuluk bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Gazi lê li nexweşxanê can da.