Di sikeftê de cesedekî hat dîtin

Dîroka Weşanê :
Di sikeftê de cesedekî hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Cizîrê li gundê Awsar an Hoser (Düzova) cesedekî di şikeftê de dîtin ku pê re qazme, bêr û jenerator jî hebûne û agahiyê didin cendirmeyan

Tîmên pêwendîdar diçin ciyê bûyerê. Tîm li hemberê gazê cilên taybet li xwe dikin û bi cîhaza pîvana radyolojik, nukler û biyolojik, di şikeftê de lêkolîn dikin.

Di lêkolînê de di şikeftê de, di 2 metre kûrahiyê de cesedekî zilaman dibînin.

Tîm, şikê dikin ku zilam ji gazê bi jehrê ketibe û cesed birin morga nexweşxana dewletê ya Şirnexê.