Ahmed Sara: “Rejîma Esad di dîroka Sûriyê de rûpelekî res e”

Dîroka Weşanê :
Ahmed Sara: “Rejîma Esad di dîroka Sûriyê de rûpelekî res e”

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Ahmed Şara di salvegera roxandina rejîma Esad de axifî û got ku rejîma berê li ser xelkê siyaseta zor û feqîriyê daniye û rejîma berê rexne kir behsa vakirina ji nûh de ya Sûriyê kir.

Şara got ku rejîma berê di dîroka Sûriyê de rûpelekî reşe û her weha got ku rejîm tirs, zor daniye ser xelkê û milletê feqîr kiriye.

Şara, sersaxiyê da kes û malbatên ku di têkoşîna li dijî rejîma Esad de can dane û salvegerê pîroz kir. Şara got ku di dîrokê de Şam ciyê medeniyet, baweriyê û qedrên mirovahiyê bûye û dê wisa dewam bike.

Şara got ku bi her aliyê dinyayê re têkiliyan datîne da Sûriya nûh ava bibe, êdî dinya bi çavê berê li Sûriyê narêne û hukumet bi welatên dost re di seha enerjiyê, lîman, lîmanên hewayî û komunîkasponê de hevkariyên stratejik daniye.

Eş-Şara, behsa nûhkirina artêşê kir û got ku hêzên leşkerî yên cuda dema bigihên hev, wê bibe artêşekî frofesyonel, bike ku aramî û îstaîqrar li Sûriyê bicîh bibe.

Şara her weha li ser îhlal huquqê, mafê sitendina agahiyan, dana hesaban, têkiliyên hukumet û hemwelatiyan, kesên wendayî, rewşa malbatên şehîdan, rewşa aboriya niha ya Sûriyê kir.