Îran dîn û har bûye û bi canê Kurda ketiye: 19 binçavkirî

Dîroka Weşanê :
Îran dîn û har bûye û bi canê Kurda ketiye: 19 binçavkirî

PeyamaKurd – Îran her roj zora xwe ya li ser Kurda zêdetir dike û di nav yek hefteyekî de 19 Kurdan xistiye binçav ku ciyê wan û sedema binçavkirina wan diyar nîne.

Li Rojhilatê Kurdistane li bajarên Bokan, Mahabad û Şîno, hêzên asayîşa Îranê operasyon kirin ser Kurdan. Di nav yek hefteyekî de 19 Kurdan xistin binçav. Hêzên ewlehiyê bê biryara dagehê nîşan bidin davêjin ser malan û kargehan.

Di 2yê mehê de li bajarê Bokanê Keywan Resûlî Azar xistin binçav.

Di 4ê mehê de li Bokanê avêtin ser ciyê teknîsyenê dronan Umîd Badî û ew bi alavên wî ve xistin binçav.

Di 5ê mehê de li Bokanê serê siba zû avêtin ser malekî û ji heman malbatê Ahmad Zerang, Diyar Haci-Resulpur û Diyan Resulpur bi lêdanê xistin binçav.

Di 6ê mehê de li Mahabadê li gundê Qaradaxê ajanên Îranê avêtin ser malekî û Aram Cemşidun xistin binçav.

Di 7ê mehê de li Mahabadê avêtin ser mala kesê bi navê Muhammed Mustafa û ew xistin binçav.

Di 8ê mehê de li Bokanê hêzên daîra îstîxbaratê çalakvan û mamostê zimanê Kurdî Simko Yusifî xistin binçav. Berê di meha Hezîranê de Yûsifî girtibûn, çend meh di binçav de mabû û bi kefalet serbest berdabûn.

Di heman rojî de li Bokanê hêzên asayîşê Kawa Kule û Qadir Kule girtin.

Kesên hatin binçavkirin li gor texmînan ew birine navenda îstîxbarata bajarê Ormiyê lê heya niha kes di derberê wan de ti agahiyekî nizane.

Bi operasyonên vê dawiyê re ku ji aliyê wezareta îstîxbaratê û Îtlaatê de hat kirin, di nav yek hefteyekî de ji bajarên Meriwan, Bokan, Mahabad û Şîno 19 kes hatine girtin û dahatûya wan nayê zanîn.