PeyamaKurd – Li bajarê Samsûnê li navça Basrayê di nav erebeyekî parkkirî de, cesedên jin û mêrê ku çendeyekî berê hev berdabûn dîtin. Nehat fêmkirin bê çima cesedên Sezer Alnıaçık (28) û Merve Şen (21) di nav erebê de bûn û li ser bûyerê hÊzên asayîşê lêpirsîne da destpêkirin.
Erebe li bendava Derbenta Bafrayê hat dîtin. Dema cendirmeyên dewriyê digeriyan erebê dîtin û xwestin rewşê bizanibin. Lê cendirme dîtin ku her dû jî bi demançê bi guleyan li serê wan xistine.
Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û di kontrola wan de hat dîtin ku her dû jî can dane.
Zarokekî wan heye û 8 roj berê malbata Sezer Alnıaçık seredana asayîşê kiriye ku kurê wan wenda ye.