Amerîka: Em ji biryara Iraqê ya li ser Hizbullah û Hûsiyan dilsikestî ne

Dîroka Weşanê :
Amerîka: Em ji biryara Iraqê ya li ser Hizbullah û Hûsiyan dilsikestî ne

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê nerazîbûna xwe li hember biryara dawî ya hikûmeta Iraqê nîşan da. Bexdayê biryara cemidandina mal û milkên Hizbullaha Lubnanê û Hûsiyên Yemenê betal kiribû.

“Gefeke Cîhanî ne”
Berdevkê Wezareta Derve di bersiva xwe ya ji bo Rûdawê de diyar kir ku ew ji vê pêngava Iraqê “dilşikestî” ne. Berdevk got: “Hizbullah û Hûsî hem ji bo herêmê û hem jî ji bo cîhanê gef in. Divê hemû welat piştrast bikin ku axa wan ji hêla van rêxistinan... ve nayê bikaranîn.”

Zexta li ser Bexdayê
Washingtonê tekez kir ku komên girêdayî Îranê “gefeke cidî” li ser berjewendiyên Iraq û Amerîkayê çêdikin. Hat ragihandin ku rêveberiya Amerîkayê “dê zextê li ser Bexdayê bidomîne” da ku rê li ber çalakiyên van koman, nemaze piştî êrîşên li ser baregehan, bigire.