Amerîkayê derbarê tetbîqatên li Tengava Hurmizê hişyarî da Îranê

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê derbarê tetbîqatên li Tengava Hurmizê hişyarî da Îranê

PeyamaKurd – Piştî ku Îranê ragihand ku ew ê li Tengava Hurmizê bi fîşekên zindî tetbîqateke deryayî ya du rojan li dar bixin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hişyariyeke tund da Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC).

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku “çalakiyên neewle li herêmê nayên qebûlkirin”.

CENTCOMê ragihand ku her reftareke neprofesyonel a li nêzîkî hêzên Amerîkî an keştiyên bazirganî metirsiya pevçûn û bêîstîqrariyê zêde dike.

Artêşa Amerîkî daxwaz kir ku Îran rê li ber “azadiya hatûçûnê” û bazirganiya navneteweyî negire.

Tengava Hurmizê ya ku wekî ruya sereke ya veguhastina petrol û gaza cîhanî tê naskirin, ji bo bazarên enerjiyê xwedî giringiyeke krîtîk e û her gefa li ser vê riyê rasterast bandorê li bihayên enerjiyê yên li seranserê cîhanê dike.