Ankara û Kore ya Basûr peymana santrala nuklerî îmza kirin

Dîroka Weşanê :
Ankara û Kore ya Basûr peymana santrala nuklerî îmza kirin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tyaip Erdoğan û serokê dewleta Kore ya Başûr Lee Jae Myung li Ankara civîna çapemeniyê lidar xistin. Erdoğan û Myung 6 peymanan îmza kirin ku yek ji wan peymana santrala nuklerî ya Sinopêye.

Di navbera her dû welatan de di seha sanayiya bergiriyê, enerjî û biyoteknolojiyê de planên hevkariyê hatin ragihandin.

Di civîna çapemeniyê de her dû serokên dewletan li ber çapemeniyê 6 peymanan îmza kirin.

Erdoğan got ku ew şîrketê Kore eger li Tirkiyê veberhênanê bikin dê Tirkiye alîkariya wan bike.

Hecma bazirganiya navbera Tirkiyê û Kore ya Başûr ji 10 mîlyar dolarî derbas kiriye û her dû teref hedefa xwe bo 15 milyar dolarî danîne.

Serokê dewleta Kore ya Başûr Lee Jae Myung bi seredanekî fermî çûbû Ankara.