Neçîrvan Barzanî: PDK 79 sale li herêmê partiya herî xwurt ya siyasiye

Dîroka Weşanê :
Neçîrvan Barzanî: PDK 79 sale li herêmê partiya herî xwurt ya siyasiye

PeyamaKurd – Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Erbîlê seredana Enstituya perwerda kadroyên PDKê kir, bi rêvebir û namzedên kadroyan re hevdîtin kir.

Neçîrvan Barzanî, behsa serboriya 79 salên PDKê kir û got:

“79 sal di ser de derbas bû û tevî ew çend zor û zahmetiyan, PDK li herêmê hêza siyasî ya herî xwurt ya siyasiye.”

Enstitu îro dewra 20em ya kadroyên partiyê digihîne û wan perwerde dike. Barzanî xwendevanên ku qebûl kirine Enstituyê pîroz kir û got ku Enstitu di salên şoreşê de, di her şertê de kadroyan gihandiye, dezgeyekî jiyanî û bi binyate. Barzanî weha dewam kir:

“Di nezera xelkê de kadroyên PDKê vîtrîn û nûnerên PDKe ne û di nav rêxistinê de dinamoya xebatên partiyê ne. Di dîroka PDKê de gelek badire hene ku jiyaye di gelek rojên zahmet de derbas bûye. 79 sal di serde derbas bû hêjî partiya herî mezin û xwurte. Ev rewş nîşan dide ku PDK organîzmayekî zindiye û nîşana wê ye. PDK bi xêra xelkê binyata wê yên sadiq û bi xêra kadroyên şiyaner dê her wext zindî bimîne û pêşdeçûna xwe bike.”