PeyamaKurd – Li Başûrê Taylandê barana xwurt bû sedema rabûna lehiyê û hem axê şemitand. Di encamê de 18 kes mirin û 2 milyon kes jî jê zearê dîtin.
Xesara herî zê de li eyaleta Songkhla çê bû û eyalet weka herêma felakêtê hat ragihandin.
Li Taylandê bi heftaye barîna baranê dewam dike û ji bilî 18 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Rêvebiriya bergiriya afetan ya Taylandê (DDPM) daxwuyanî da û tê de got ku li 10 eyaletan 719 malbat an ku 2 milyon kes zerarê dîne.
Wezareta tenduristiyê ya Taylandê ragihand ku 18 kes mirine, 12 kes birîndar bûne û kesekî wenda ye.