Arnavûtlûk di bin lehiyê de ma

Dîroka Weşanê :
Arnavûtlûk di bin lehiyê de ma

PeyamaKurd – Piştî barana bi şid û zêde li Arnavûtlukê li gelek dever û bajaran lehî rabû û xelk di nav ava lehiyê de asê ma. Tîmên rizgarkirinê digihên hawara xelkê û wan tehliye dikin.

Li hinek deveran rewş normal bûye lê li piraniya ciyan rizgarkirina xelkê asîmayî dewam dike.

Bi koordinasyona ajansa bergiriya sîvîl ya netewî temamê dezge û saziyên pêwendîdar rewşa heyî dişopînin.

Di rabûna lehiyê de her weha xanî, arziyên çandiniyê, pir û rê xesarê dîtine.