PeyamaKurd – Serokê koalisyona Qanûna dewletê û hem serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî el –Malikî sibê (22.11.2025)an de diçe Erbîlê û wê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin bike. Ragihandin ji aliyê şêwirmendê Malikî ji aliyê Hîşam Rikabî de hat kirin.
Hişam Rikabi, bo Rûdawê ragiahandiye ku armanca esasî ya seradana Erbîlê, li ser muzakereyên avakirina hukumeta nû ya Iraqê ye û dê li ser pêngavên wê biaxifin.
Di hevdîtinê de wê li ser postên serokatiyê, serokwezîr û serokê parlementoyê jî biaxifin.
El Malikî di daxwuyaniyeka berê de ragihandibû ku ew nikare daxwazên Herêma Kurdistanê bicîh bîne û ceribandinên Malikî li hembere Kurdistanê gelek nexweşin û zêde girêdayê Îranê ye.
Malikî çendroj berê ragihandibû ku nabe car din Sûdanî bibe serokwezîrê Iraqê.