Serokê dewleta Kore ya Basûr seredana Tirkiyê dike

Dîroka Weşanê :
Serokê dewleta Kore ya Basûr seredana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Serokê dewleta Kore ya Başûr Lee Jae Myung seredana Tirkiyê dike. Serokê daîra danûsitendinan yê serokkomariya Tirkiyê Burhanettin Duran ragihand ku wê serokê dewleta Kore ya Başûr Lee Jae Myung li ser daweta Erdoğan dê di 24-25ê mehê de serdana Tirkiyê bike.

Duran, di ser hesabê xwe yê medya civakî de li ser dawetkirina serokê dewleta Kore ya Başûr weha got:

“Serokê dewleta Kore ya Başûr rêzdar Lee Jae-myung, li ser daweta serokkomar Erdoğan wê di 24-25ê mehê de seredana Tirkiyê bike. Ortaxê me yê stratejik Komara Kore ya Başûr wê di asta serokê dewletê de seredana xwe bike û ji şerê Kore heya niha di navbera me de têkiliyên xwurt û dostane hene û wê seredan bibe sedema pêşdeçûna têkiliyên navbera me.”

Wê li kulliya serokkomariyê her dû teref li ser pêşdebirina têkiliyan yên di seha enerjî, sanayiya bergiriyê, gihandin, avahiyên bingehîn, çand û geştiyariyê de pêngavan bavêjin û belgeyên pêwist îmza bikin.