Artêşa Îsraîlê: Berpirsê darayî yê Hemasê hat kuştin

Dîroka Weşanê :
Artêşa Îsraîlê: Berpirsê darayî yê Hemasê hat kuştin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku berpirsê darayî yê baskê leşkerî yê Hemasê, Abdulhey Zakkut hatiye kuştin. Li gorî daxuyaniyê, Zakkut di operasyoneke hevbeş a artêşê û îstîxbarata Shin Bet de li bajarê Xezeyê hatiye hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku Zakkut berpirsê berhevkirin û veguhestina bi deh mîlyonan dolaran bû bo Lîwayên Îzzeddîn el-Qesam. Zakkut beriya du hefteyan di heman wesayîtê de li gel berpirsê payebilind ê Hamasê Raid Saad hatibû kuştin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû destnîşan kir ku ev operasyon wekî tolhildana birîndarbûna du leşkerên Îsraîlî pêk hatiye.