PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li herêma Taitung a Taywanê bi mezinahiya 6.1 pileyan erdhejek pêk hat.
Li Taitunga ya ku dikeve perava başûrê rojhilatê Taywanê, bi tundiya 6.1 pileyan erdhejek çêbû. Li gorî daxuyaniya Îdareya Meteorolojiyê ya Navendî (CWA), erdhej di kûrahiya 11.9 kîlometreyan de hatiye tomarkirin.
Hate diyarkirin ku erdhej li paytext Taipeiyê jî hatiye hîskirin. Piştî erdhejê tu agahiyên li ser windayên canî nehatine ragihandin. Saziya Agirkujiyê ya Neteweyî diyar kir ku li seranserê Taywanê tu zirar nehatiye tespîtkirin.