PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, ji bo hatina Cejna Dayikbûna Hezretî Îsa, pîrozbahî li Xirîstiyanan kir û hêvî xwest, ev cejn bibe destpêka bidawîbûna nexweşî, bela û êşên mirovahiyê li hemû cîhanê.
Serok Barzanî di peyama xwe ya îro 24ê Kanûnê belav kiriye de got: “Bi helkefta serê sala nû ya Zayînî û Cejna Bûna Hezretê Mesîh (silavên Xudê lê bin), ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemî xwişk û birayên Xirîstiyanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û ji wan re bextewariyê dixwazim.”
Serok Barzanî da zanîn, “Bi vê helkeftê, ez tekeziyê li ser xurtkirina çanda pêkvejiyan û biratiya di navbera hemî pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikim. Ez hêvî dikim ku xwişk û birayên me yên Xirîstiyan her gav cejn û helkeft û xweşiyên xwe di aramî û aştiyê de bikin.”
Serok Barzanî, hêvî xwest ku, ev helkeft bibe destpêka bidawîbûna nexweşî, bela û êşên mirovahiyê li hemû cîhanê û aştî û lihevhatin cihê wan bigire.