Artêsa Îsraîlê bi topa li Sûriyê xist

Dîroka Weşanê :
Artêsa Îsraîlê bi topa li Sûriyê xist

PeyamaKurd –Artêşa Îsraîlê bi topan li devera Tel Ahmarê xist ku bi ser bajarê Quneytrayê ye. Ragihandin ji aliyê televeizyona Sûriyê ya bi navê el-İxbariyye de hat kirin.

Sûriye radigihîne ku ev êrîş îhlala desthilata Sûriyê ye lê Îsraîl heya niha sedema êrîşa xwe neragihandiye.

Serokkomarê Sûriyê Ahmed Şara di 18ê Êlûnê de ragihandibû ku ji serê salê heya wê rojê artêşa Îsraîlê hezar êrîşên hewayî û 400 êrîşên bejayiyê biriye ser Sûriyê.