Artêsa Îsraîlê ragihand ku heya niha 1200 car êrîsê Lubnanê kiriye

Dîroka Weşanê :
Artêsa Îsraîlê ragihand ku heya niha 1200 car êrîsê Lubnanê kiriye

PeyamaKurd –  Artêşa Îsraîlê ragihand ku heya niha 1200 car êrîşê Lubnanê kiriye û hedefa artêşê ew e ku bingeha Hîzbûllahê ji ortê rake. Artêş radigihîne ku fermandariya Bakûr û yekîneyên tumena 91em, bo bergiriyê li avakirina hîzbûllayê ya ji nûh de bigre xebatê dike.

Di êrîşan de tesîsên depoyên çekên Hîzbûllahê, sehayên ku fuzeyan je davêjin, avêtvanên fuzeyan û ciyên çavdêriyê yên Hîzbullahê û ciyên ku jê sîlihan berdidin tesbît dikin û lê dixin.

Di daxwuyaniyê de behsa êrîşên sûîqestê jî hat kirin ku ji Hîzbûllahê û ji Hamasê heya niha li 370 kesan xistine.