Bi vetoya Îsraîlê, Tirkiye ji civîna 'Hêza Xezeyê' ya li Qeterê hat dûrxistin

Dîroka Weşanê :
Bi vetoya Îsraîlê, Tirkiye ji civîna 'Hêza Xezeyê' ya li Qeterê hat dûrxistin

PeyamaKurd – Tirkiye ji bo civîna krîtîk a ku li ser avakirina "Hêza Îstîqrarê ya Navneteweyî" li Xezeyê, ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve li Qeterê tê birêvebirin, nehat vexwendin.

Li gorî nûçeya rojnameya Haaretz a Îsraîlî, ku dispêre çavkaniyên dîplomatîk, sedema sereke ya derxistina Tirkiyê ji lîsteya beşdaran, "vetoya Îsraîlê" ye. Tel Avîv bi eşkere li dijî beşdariya Tirkiyê di hêza aştîparêz a Xezzeyê de derdikeve.

Tê payîn ku sibe (17ê Kanûnê) zêdetirî 45 welat beşdarî civîna li Dohayê bibin. Di civînê de dê li ser avahî, erk û çarçoveya hêza navneteweyî ya ku biryar e li Xezeyê were bicihkirin, gotûbêj werin kirin. Dîplomatan diyar kiriye ku ev civîneke "teknîkî û demkî" ye û hîn biryarên teqez nehatine dayîn.

Her çiqasî Îsraîl rêgiriyê bike jî, rayedarên Tirkiye û Qeterê zextê li Washingtonê dikin da ku Enqere jî tev li vê pêvajoyê bibe. Çavkaniyekî Ereb ji Haaretzê re ragihandiye ku Tirkiye amade ye beşdarî hêza pirneteweyî bibe û piştgiriyê dide daxuyaniyên berê yên li ser Xezeyê.

Heta niha tenê Îtalyayê bi fermî ragihandiye ku ew amade ye leşkeran bişîne nav hêza istîqrarê. Tê plankirin ku di meha Çile de civîneke din a di asta "Serokên Erkanan" de were lidarxistin û wê demê sozên leşkerî zelaltir bibin.