PeyamaKurd – Li herêma Moskowê, xwendekarekî pola 9an ê 15 salî, ku kincên leşkerî û maske li xwe kiribû, bi kêrê êrîşî dibistana xwe kir.
Di bûyerê de xwendekarekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn, ku yek ji wan pasevanê dibistanê ye. Li gorî zanyariyan, êrîşkar pêşî bi gaza îsotê êrîşî pasevan kiriye û piştre kêr lê daye.
Balkêş bû ku li ser tîşorta êrîşkar nivîsa "Jiyan bêqîmet e" û semboleke pagan hebûye. Hêzên ewlehiyê êrîşkar girtine û lêpirsîn didome bê ka sedema vê êrîşê tolhildan e yan girêdayî îdeolojiyekê ye.