PeyamaKurd – Li gorî rapora Komîteya Îstîxbarat û Ewlehiyê (ISC) ya Parlamentoya Brîtanyayê, ajanên Îranê li ser axa Brîtanyayê stratejiya xwe guherandine. Hat diyarkirin ku çalakiyên Tehranê ji sîxuriyê derbasî qonaxa “tundûtûjiya rasterast a fizîkî” bûne.
Di raporê de hat destnîşankirin ku hedefên sereke “mixalif, rojnamevan, dijberên rejîmê, Îsraîlî û Cihû” ne. Ajanên Îranî li dijî van koman hewldanên revandin û kuştinê zêde kirine.
Têkiliyên her du welatan di asta herî nizm de ne. Hikûmeta Brîtanyayê heta niha 547 kes û sazî xistine lîsteya cezayan. Her wiha Îran xistiye “kategoriya pêşkeftî” ya sîstema qeydkirinê (FIRS). Kesên ku ji bo Îranê dixebitin, eger xwe qeyd nekin, dê bi cezayê girtîgehê re rûbirû bimînin.
Rapor balê dikişîne ser şiyana sîber a Îranê jî. Tevî ku ne di asta Çîn û Rûsyayê de ye, lê gefeke “berdewam û nepêşbînîkirî” ye. Hat eşkerekirin ku yekîneya veşartî ya Pasdaran a bi navê “Daîreya 40” (ku wekî Pisîka Xweşik tê naskirin), li dijî mixalifan operasyonên sîber û şopandinê dimeşîne.