PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên tund ên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî vegera Nûrî El-Malikî, Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan bi tundî bertek nîşan da.
Aliyên Şîe daxuyaniyên Trump wekî "desttêwerdaneke eşkere di karûbarên navxweyî yên Iraqê de" pênase kir û ragihandin ku ew ê li hemberî zextên Washingtonê serî netewînin.
Rêxistina Bedir û Partiya Dawa di daxuyaniyên xwe de tekez kirin ku hilbijartina Serokwezîr mafekî destûrî yê gelê Iraqê ye û ew ê li ser serweriya welat tawîzê nedin.
Ev bertek piştî wê yekê hat ku Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hişyarî dabû ku eger Malikî bibe serokwezîr, Amerîka dê hemû alîkariyên xwe yên ji bo Iraqê qut bike.
Trump serdema Malikî wekî "serdemeke kaos û xizaniyê" bi nav kiribû. Dema ku piranîya pêkhateyên Şîe piştgiriya Malikî dikin, Tevgera Hikmetê ya bi serokatiya Emmar Hekîm hişyarî da ku divê Iraq di qada navneteweyî de neyê îzolekirin