PeyamaKurd- Serokê Hevpeymaniya Yasa ya Iraqê Nûrî Malikî ku ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîa ve wekî namzedê serokwezîrtiyê hatiye destnîşankirin, bersiva gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê vekişandina namzediya xwe de da.
Trump dabû xuyakirin ku ew namzedê bi ser Îranê ve ye û gotibû: "Heke were hilbijartin wê Amerîka êdî alîkariyê nede Iraqê.”
Malikî ragihand, "Ez dê mafê xwe yê destûrî heta dawiyê bikar bînim û namzediya xwe bidomînim.”
Herwiha Malikî, daxuyaniya Trump wekî destwerdaneke rasterast a navxweyî li ser Iraqê bi nav kir û diyar kir, ev yek êrîşeke li ser sîstema demokratîk a piştî 2003yan li Iraqê hatiye damezrandin e.