Trump hişyariya dawî da Tehranê: Fîloyeke mezin a şer ber bi Îranê ve di rê de ye

Dîroka Weşanê :
Trump hişyariya dawî da Tehranê: Fîloyeke mezin a şer ber bi Îranê ve di rê de ye

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyeke tund a li ser hesabê xwe yê "Truth Socialê", rageşiya bi Îranê re gihand asta herî bilind.

Trump ragihand ku fîloyeke mezin a deryayî ku ji hêla keştiya balafirhilgir USS Abraham Lincoln ve tê birêvebirin, ber bi sînorên Îranê ve diçe.

Trump destnîşan kir ku ev fîlo ji ya ku berê ji bo Venezuelayê hatibû şandin mezintir e û amade ye mîsyona xwe bi cih bîne.

Trump di peyama xwe de bang li rayedarên Îranê kir ku berî dem biqede "werin ser maseya danûstandinê" da ku peymaneke nû û adil were îmzekirin.

Serokê Amerîkayê careke din xeta xwe ya sor a derbarê çekên nûkleerî de dubare kir û wiha got:

Çekên nûkleerî çênsabe hebin. Dem diqede."

Trump her wiha "Operasyona Çekûça Nîvê Şevê" (Operation Midnight Hammer) bi bîr xist û hişyarî da ku her êrîşeke nû ya Amerîkayê dê ji ya berê "pir girantir û wêrankertir" be.