Medya Sûrî: Wê dema tevlîbûna HSDê demên pêş bê ragihandin

Dîroka Weşanê :
Medya Sûrî: Wê dema tevlîbûna HSDê demên pêş bê ragihandin

PeyamaKurd- Medyaya nêzîkî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li ser encamên civîna şanda HSDê û rêveberiya Şamê ragihand, herdu alî gihîştine lihevkirineke derbarê rawestandina demildest a operasyonên leşkerî li hemû xetên şer.

Li gorî rêkeftinê, endamên wezareta navxwe dê derbasî bajarên Hesekê, Qamişlo û deverên din ên sereke bibin ji bo misogerkirina ewlehiya navxwe û hate gotin: "Endamên HSDê dê li gund û deverên ku niha li wan belavbûyî ne, bimînin".

Jêderan gotiye ku herdu aliyan li hev kiriye ku dest bi rêkaran bikin ji bo tevlîbûna HSDê di nava dezgehên dewleta Sûrî de.

Herwiha diyar kirin ku hûrgilî û dema destnîşankirî ya vê tevlîbûnê dê di çarçoveyeke siyasî de bi lihevkirin, werin ragihandin.

Hêjayî gotinê ye, heta niha HSDê tu daxuyanî derbarê civîna doh û encamên wê de belav nekiriye.