PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên dewra 6emîn ku di 11ê Mijdarê de hatin lidarxistin, pesend kir.
Dadgehê diyar kir ku pêvajoya hilbijartinê li gorî çarçoveya destûrî hatiye kirin.
Dadgeha Bilind a Federal, di rûniştineke girtî de ku îro (14ê Kanûna Pêşîn, 2025) di bin serokatiya Dadwer Munzir Îbrahîm Husên û bi beşdariya hemû endaman de hat lidarxistin, encamên hilbijartinê nirxand.
Dadgehê di daxuyaniyek nivîskî de destnîşan kir ku encamên ku ji hêla Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ve hatine pêşkêşkirin hatine lêkolînkirin û wiha got, "Pêvajoya hilbijartinê li gorî pêdiviyên destûrî û qanûnî hatiye kirin. Derbarê rastbûna encaman de tu guman an noteke neyînî tune."