Dijberiya navbera Îranê û DYA germ dibe

Dîroka Weşanê :
Dijberiya navbera Îranê û DYA germ dibe

PeyamaKurd – Li Derya Ummanê İHAyekî Îranê dem abi awayekî êrîşane bi aliyê keştiya Amerîka de diçû, hêzên fermandariya navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) balafira F-35 bi hewa xist û İHA ya Îranê xist.

Di ser de Îran, bi sedema tankêra petrolê ya DYAyê ketiye nava ava Îranê ya netewî, di Buhira Hurmizê de 6 botên êrîşê yên çekdar dan pey tankêrê da bixin destê xwe.

Çapemeniya DYAyê ragihand ku tanker lezandiye, ji hêzên Îranê dûr ketiye û karibiye xwe bigihîne baregeha Amerîkayê ya li Bahreynê. Tanker bandrala wê Danimarkaye û navê wê M/T STENA IMPERATIVE.

Hêzên Îranê fermanê dane da tankêrê bidest bixin û tê de lêgerînê bikin lê nikaribûn bixin dest. Dema tanker ket ber desthilata CENTCOMê, hêzên DYAyê bi eskort ew birin heya lîmana Bahreynê.

Ev her dû rûdan yên girîngin ku dinavbera her dû terefan de qewimîne. Lê Îran soz dabû ku îdaman rawestînin lê di van rojan de Îran bi dehan kesan îdam kirine.