PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya DYAyê li ser biryara ku rêxistina “Birayên Misliman” bixin lîsta terorê mijarê rave kirine.
Mijara wan li ser kesên bi rexistinê re têkildarin, dezge û şîrketên wan lêkolînan dikin da pêşiya lêpirsînê vekin.
Tê gotin ku wezareta xezînê ya DYAyê lîste amade kiriye ku dezgeyên girêdayê Îslama Siyasî bin, dibe wan bixin nav lîsta givaşan an qedexeyan.
Tîmên dîplomasiyê yên wezareta karên derve ya DYAyê li ser biryara ku Birayên Misilman bixin nav lîsta terorê, li ser çarçoveya wê ya hûqûqî rawestiyane. Eger biryara xistina lîsta terorê bo rêxistinê bidin, kes û dezgeyên bi rêxistinê re pêwendîdarin wê tedbîrên wan bistînin, lêpirsînên darayî bikin û dibe di derbarê wan de dest bi lêpirsînê bikin.
Middle East Monitor li ser mijarê xeberekî belav kir ku wezareta xezîna DYAyê lîstekî fireh amade kiriye ku di nav de dezge, sazî, kesayetî û saziyên din hene.
Li gor xeberê; gelek welatên Ereb di demên dawiyê de dosyayên di derbarê Îxwanan (Birayên Misilman) de dane Washingtonê. Dosya gihane beşên wezareta karên derve û beşên wezareta xezînê û li ser wan dosyayan hûqûqen dest bi lêgerînên proseduran kirine.
Tê gotin ku rêxistin li hinek welatên Ereb aktive û wê baskê Sûriyê jî bixin nava lîstê.