Li bajarê Rihayê li xebatkarekî tendursitiyê xistin

Dîroka Weşanê :
Li bajarê Rihayê li xebatkarekî tendursitiyê xistin

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Alçakale li navenda tenduristiya malbatê ya Ekinyazıyê xebatkarê bi navê Murat Gençdal, ji aliyê mirovê nexweşekî yê bi navê Yasin T. de hat derb kirin.

Li gor ragihandinê Murat Gençdal di wexta ji nexweş xwînê distîne, her bi çi sedemê be mirovê nexweş Yasin T. bertekê nîşanî wî dide.

Piştî munaqeşê Yasin T. bi kulma li Gençdal dixe. Piştî xebatkar dikevin navbera wan û wan ji hev dûr dixin, cendirme diçin navendê û Yasin T. desteser dikin.