PeyamaKurd – Parlementerê DEM Partiyê Cengiz Çandar bo Rûdawê ragihandiye ku divê Selahattin Demirtaş ji zîndanê berdin. Çandar weha gotiye:
“Dawiya vê hefteyê an di hefta pêşiya me de bi îhtîmaleka mezin dibe serbest berdin. Ev gelek girînge eger ji hebsê dernê, wê wextê ew gotinên ku me gotiye tev valane. Eger Demirtaş di zîndanê de bimîne ev tê vateya ku li Tirkiyê pêvajoya aştiyê tine. Ew çend girîng e. Lewra em texmîn dikin ku di wextekî nêz de bigihê azadiya xwe. Em wisa texmîn dikin.”
Cengiz Çandar di Forûma 6em ya ‘Li Rojahilata Navîn Aştî û Ewlehiyê’ (MEPS 2025) ya ku li herêma Kurdistanê li bajarê Duhokê hat lidarxistin de, bersiva pirsên Rûdawê da.
Li ser pêvajoyê Cengiz Çandar tesbîtên weha kir:
“PKKê dest ji çekan berda. Ne tenê çekan. Temamê hêzên xwe yên li Tirkiyê vekişand û do li devera Zapê temamê ciyên xwe vala kir. Niha dora Tirkiyê ye. Di meclisê de komîsyon heye û tenê partiyekî biçûk di nav komîsyonê de nîne. Komisyon ji 5ê Tebaxê de dixebite û heya niha 17 civîn kiriye. Vê hefteyê civîna dawiyê dike.
Wê komîsyon li wezîrê karên derve û serokê MİTê guhdarî bike. Bendene ku 2 qanûnan derxin.
Yek jê ew PKK yên çekdar bûn dagerin Tirkiyê, jiyana xwe û jiyana siyasî dewam bikin. Ya dinê ew kesên di zîndanê dene, li sirgûnêne û ji ber PKKê ceza sitendine, ji zîndanê derên û bikevin nav civakê. Wê vê xebatê pêşkêşî meclisê bikin.
Wê meclis biryarê bide û bike qanûn. Lewra em nêzî ortê bûne. Eger her tişt rast bimeşe, wê di meha serê salê (kanûna duyem) an Sibatê de dibe pêvajo nêzî dawiyê bibe”.